İnsan Hakları Derneği


Komeleya Mafên Mirovan

Komeleya Mafên Mirovan a ku di sala 1986an de hatiye avakirin; binpêkirinên mafan bi belge û rapor dike, ji bo çareseriya bi rêyên demokratîk û azadîxwaz a kêşeya kurdan tê dikoşe ku yek ji kêşeyên serekî ye û bûye sedema pirsgirêka demokrasî û mafê mirovan li Tirkiyeyê, xebatan bi rê ve dibe ji bo ku Tirkiye bi rabirdûya xwe re bikeve nav hesabpirsiyekê. Herweha hewl dide ku binpêkirinan berbiçav bike û çalakî û pêşandanên haydariyê pêk bîne, piştgiriya lêgerîna edaletê ya mexdûran bike, li dijî bêcezatiyê tê bikoşe, têgeha mafên mirovan bide nasandin, ji bo pêkhatina kultur û hişmendiya mafî tê bikoşe û perwerdehiyên mafên mirovan pêk bîne. Komeleya Mafên Mirovan saziya herî berbelav û berfireh e ku li ser van mijarên maf û azadiyê yên li Tirkiyeyê dixebite.

Li Tirkiyeyê endama Platforma Hevpar a Mafên Mirovan (İHOP), Koordînasyona Mafên Penaberan, Koalîsyona Tirkiyeyê ya Dadgeha Cezayî ya Navneteweyî (UCMK) û li cîhanê jî endama Federasyona Mafên Mirovan a Navteweyî (FİDH), Tora Mafên Mirovan a Ewropa-Behra Spî (EMHRN) û Rêkxistina li dijî Îşkenceyê ya Cîhanî (OMCT) ye.

Bi saziyên civaka sivîl re xalên rêziknameyê, bi beyannameya gerdûnî ya Mafên Mirovan re di mijarên maf û azadiyan de hevkariyê û danûstandina tecribeyî dike. Ev maf û azadî di Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (AİHS) û protokolên wê yên pêvekî de de derbas dibe ku ev peyman ji aliyê Konseya Ewropayê ve hatiye amadekirin û navê wê yê temam “Peymana Parastina Mafên Mirovan û Azadiyên Bingehîn” e.