Li ser bernameyê
Bernameya Piştgiriya Mafan (Haklara Destek), pêkanîneke jêr-hîbeyî ye ku piştgiriya rêkxistinên biçûk ên mafî û binkeyî yên li Tirkiyeyê dike û armanca wê ew e ku tevkariyê bike li pêşveçûna mafên mirovan û demokrasiya beşdar. Bername ji aliyê Delegasyona Tirkiyê ya Yekîtiya Ewropayê ve hat fînansekirin û ji aliyê Navenda Bîrê û Heinrich Böll Stiftungê ve du serdeman hat birêvebirin.
Piştgiriya Mafan II ya ku di serdema Kanûna Paşîn 2023 – Sibat 2025 de pêk hat, du salan sax piştgiriya hîbeya fermî û pêşvebirina kapasîteyê pêşkêşî 41 rêkxistinên mafparêz kir. Di vê çarçoveyê de atolye, webinar, piştgiriyên pisporan û hevdîtinên parvekirina tecribeyan ên li gor pêdiviyan hatin sazkirin ji bo rêkxistinên ku du salan sax yekser li gel berpirsyarên sehayê xebitîn. Herweha du salan sax civînên torî di 5 temayên cuda de hatin organîzekirin.
Piştgiriya Mafan I jî di navbera Tîrmeha 2020-Hezîrana 2021ê de ji bo 48 rêkxistinên mafparêz derfeta bernameyeke pêşvebirina kapasîteyê pêşkêş kir ku ji dabînkirina hîbeya saziyî û rêberî, piştgiriya yekser a pisporan û atolyeyên qadên pêşek pêk dihat. Piştî bernameyê rapora bi navê Qada Demokratîk û Şewba Covid-19ê ya li Tirkiyeyê ji Perspektîfa 48 Rêkxistinên Mafparêz 2020-2021 hat weşandin.
Çi wext derbarê berdewamiya bernameyê de rûdan çêbibin, em ê ji vir û hesabên medyaya civakî parve bikin.
Agahîyên ji bo peywendîyê
Bernameya Piştgirîya Mafan
Ömer Avni Mahallesi, İnönü Cad. No:14 Akar Palas Kat:1 Gümüşsuyu, 34427, İstanbul
Ji bo pirsên li ser bernameyê: basvuru@haklaradestek.org