1. MAFÊN MIROVAN ÇI NE?


Mafên mirovan ew standard in ku ji bo hemî mirov; birûmet, azad, wekhev, adil û di aştiyê de bijîn lazim in. Divê hemî mirov bikarin van mafan bikar bînin. Ev maf ji bo hemî kesan bêyî ku li nijad, reng, zayend, ziman, dîn, fikra sîyasî, neteweyîbûn an jî aîdiyetên dî, maldarî an jî li statûyên dî bêne nêrîn hatiye garantîkirin. Çavkaniya vê yekê ji berxwedana li dijî; koletîyê, qirkirina nijadan, cidaxwazî û guvaşa dewletê tê.

2. RÊXISTINÊN MAFÊN MIROVAN ÇI DIKIN?


Rêxistinên mafên mirovan, ew rêxistin in ku ji bo parastin û berfirehbûna mafên mirovan û nemana binpêkirina mafên mirovan dixebitin. Ew rêxistin, binpêkirinên mafên mirovan belge dikin, ji bo pêkanîna edaletê hem bi civakê hem jî bi dewletê re dixebitin. Li xebatên dewletê û kiriyarên hikûmetê dinêrin, da ew guh bidin prensîbên mafên mirovan, dixebitin.

3. NÊZİKBÛNA MAF-BINGEH ÇI YE?


Neteweyên Yekbûyî, Nêzîkbûna Maf-bingeh di vê çarçoveyê de dide nasîn: têgehek e ku xwe dispêre mafên mirovan ên navneteweyî, wek tişteka normatîv di dema pêşdeçûn û gihandina mirovan de  ji bo piştgirî û parastina mafên mirovan tê bikaranîn. Armanca wê ew e ku newekhevîyên di dema pêşdeçûnê de analîz bike, kiriyarên cidaxwaz û belavbûna ne adilane ya hêzê çareser bike. Ji bo demê dom-dirêj armanca wê ew e ku nîşan bide û rave bike ka berpirsên binpêkirina mafên mirovan, heywanan û derdorê kî ne, dema vê yekê dike komên lawaz û yên rastî cidakarîyê hatîn jî di vê çarçoveyê de dihêle, alîkarîya xwedî-mafan dike ku bihêztir mafên xwe bixwazin.

4. ÇARÇOVEYA GIŞTÎ


Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî (DMMG), mafên mirovan wek bingehê azadî, edalet û aştîyê dibîne. Di Danezana Vîyanayê de û di Bernameya Çalakîyê de hatiye dîyarkirin ku; demokrasî, pêşdeçûn/geşedan, rêz û hirmeta li mafên mirovan tê girtin û mafên bingehîn ên azadiyê hevaheng in û piştgiriya hevdu dikin. Neteweyên Yekbûyî (NY) di Bernameya Reforman a NYyê ya 1997ê dayî dest pê kirin de bangî hemî saziyên di NYê de kiriye ku divê çalakîyên ji bo mafên mirovan li gor rewş û şertên xwe entegre bikin. Piştî hingê, 3-5ê Gulana 2003ê Komxebata Di Navbera Saziyan De ya Li Ser Mafên Mirovan Ya Neteyeyên Yekbûyî hat pêkanîn. Armanc ew bû ku di navbera saziyên NYyê de ji bo nêzîkatîya li mafên mirovan fêmkirinek/têgihiştinek hebe. Danezana Têgihiştina Hevpar behsa nêzîkatîya li mafên mirovan a bernameyên pêşketinê û hevkarîyê yên NYyê dike. Yekîtîya Ewropayê (YE) di sala 2012ê de nêzîkatiya “Çarçoveya Ji Bo Demokrasîyê û Mafên Mirovan- YE / EU Strategic Framework on Human Rights and Democracy” qebûl û pesend kir. Piştî vê nêzîkatiyê Konseya Ewropayê, Plana Aksîyonê ya 2015-2019ê weşand. YEyê sala 2014ê Belgeya Nêzîkbûna Maf-bingeh weşand û bi vê yekê armanca wê ew bû ku ev belge ji bo hemî alîkarîyên ji bo derve û pêvajoyên bipêşdeçûnê bêne bikaranîn. 

Piştî van biryaran ji bo di hemî pevçûnan de bêne bikarnaîn nêzîkbûneka mafê mirovan li navenda wê hat bi pê de birin. Çarçoveya giştî ya Nêzîkbûna Maf-bingeh ya YEyê:

  • Mafên mirovan nayê parçekirin, divê di hemî xebatên bi Nûzîkbûna Maf-bingeh (NMN) têne kirin de rêza li rûmeta mirovan û wekhevî hebe.
  • Divê li gor pîvanên NMNyê yên; xwedîtî, zelalî, welê be ku hesabê wê bikare bê dayin û berfireh bin.  
  • Divê ji bo NMNyê di pêvajoya bi pêş de çûyinê de metodolojîyek bê pêşkêşkirin.
  • Divê ji bo NMNyê hemî alî teahûdê bidin ku berpirsiyarîyên mafên mirovan hatine pêkanîn. 
  • Divê bi NMNyê maf ji her kesê re bêne dayin, (ti kesan li paş xwe nehêle/ no one left behind) bêyî ku kesek jî jê bê mehrûmkirin divê ji bo herkesê be. 

5. BERNAMEYA PIŞTGIRÎYA MAFAN


Bernameya Piştgirîya Mafan bi fînansmanîya Delegasyona Yekîtîya Ewropayê tê birêvebirin, Navenda Bîrgehê û Heinrich Böll Stiftung bi şêweyê dayina jêr-hîbeyan bernameyê bi rê ve dibe. Armanca bernameyê ew e ku bi piştgirîdana rêxistinên biçûk ên mafan û rêxistinên bingehîn ên Tirkiyeyê, alîkarîya demokrasîya beşdarîya piralî dike, derfetê dide wan ku kapasîteya xwe zêde bikin û bingehên xwe yên sazîbûnê xurt bikin. Ev bernameya hîbeyan, ji bo wan hemî serlêdanan vekiriye ku hewil dide mafên mirovan û hîmên demokrasîyê xurt bikin, hewil bide tiştekê li wan zêde bike, xwe dispêrin reqabeteka adilane, wekhevîya derfetan û zelalîyê.

6. NÊZÎKBÛNA ME YA MAF-NAVEND


Bernameya Piştgirîya Mafan di Nêzîkatiya Maf-bingeh de çerçoveya NY û YEyê ji xwe re dike referans. Di hemî xebatên bernameyê de, rêbera wê, standardên mafên mirovan ên di Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî û hevpeymanên dî yên navneteweyî de cih girtîn in. Ew pîvanên di Danezana Têgihiştinê ya NYyê de cih digirin û rêberîyê ji bernameyê re dikin li jêr hatine dîyarkirin: 

  • Gerdûnîbûn û Sekinandina Dewrkirinê: Mafên mirovan gerdûnî ne û nikare bêne dewrkirin. Hemî mirovên li her derê dinyayê dijîn xwediyên wan mafan in. Ti kes nikarin bi dildarî dest ji van mafên xwe berde an jî çênabe ev maf ji destê wan bêne derêxistin. Wek li Danezana Mafên Mirovan a Gerdûnî, li xala 1. hatiye eşkerekirin: “Hemî mirov dema têne dinyayê azad in û bi maf û heysîyetê jî wek hev in.
     
  • Yekparçebûn: Mafên mirovan nayêne parçekirin. Maf çi be ferq nake heskê bila mafên sivîl be, mafên çandî, ekonomîk, polîtîk an jî wesfên civakî be, ev hemî ji bo heysîyeta mirovan lazim in. Wek maf ev hemî di yek statûyê de ne û çênabe bi hîyerarşîyekê bêne rêzkirin.
     
  • Bi hev re têkildarbûn û bi hev re girêdayîbûn: Gelek caran naskirina mafekê bi temamî an jî bi qismekê girêdayî wê yekê ye ka mafên dî hatine qebûlkirin an na. Ji bo nimûne naskirina mafên saxlemîyê, di hin rewşan de bi naskirina mafê perwerdeyê û mafê perwerdeyê ve girêdayî ye.
     
  • Wekhevî û nekirina ferq û vedanê: Hemî mirov, bi kesayetiya xwe, ji roja hatî dinyayê ve xwediyên hema rêz û hirmetê ne. Hemî mirov bêyî ku lê bê nêrîn ka; nijad, reng, nasnameya zayendî, dîn, nêrînên sîyasî û nêrînên dî, binyata neteweyî an jî civakî, asteng û seqetî, îfadeya zayendî, rewşa maldarîya çi ye ji bo hemî xalên dî yên di peymanên mafên mirovan de hatîn diyarkirin ji alîyê mafên mirovan ve wekhev in.
     
  • Beşdarî û Berfirehî: Her mirov û hemî mirov xwediyê mafê bikaranîna mafên xwe ne, ew maf: beşdarîya li hemî çalakîyên sivîl, çivakî, çandî bibe, aktîfbûna di çalakîyên ji bo pêşketina polîtîk, beşdarîyeka watedar (hêza guhertinê tê de heyî).
     
  • Xwedîbûna Wesfê Hesabdayinê û Serdestîya Hiqûqê: Dewlet û xwediyên berpirsiyarîyê yên dî ji pêkanîna mafên mirovan berpirs in. Ji bo vê yekê mecbûr in guh bidin normên li nivîsên mafên mirovan hatîn nivîsîn. Heger ev yek neyê pêkanîn, xwediyên mafan dikarin bi rêya dadgehan, bi rêbaz û qaîdeyên hiqûqê ji dadgeheka erkdar pirsa mafên xwe bikin. 

Bi vê nêzîkbûnê, divê nêzîkbûn û çalakîyên wan rêxistinên ku serî li Bernameya Piştgirîya Mafan didin li gor van qaîde û rêzikên li jêr bin. Heger ku bê tesbît kirin  ku Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) çalakîyên ne li gor van qaîdeyan kirine serlêdana wan ê bê betalkirin. 

  • Bêyî armancên ticarî, mafparêzîya dildarî.
  • Azadîya ji dewletan, hikûmet û partiyan. 
  • Parastina gerdûnîbûn û parçenebûna mafên mirovan.
  • Dijayetîya li dijî hemî cidaxwazîyên ji ber nijad, ziman, reng, zayend, nêrîna sîyasî û hemî sedemên wek van. 
  • Parastina mafê jiyanê yê li her derê û di hemî rewşan de, mafê bintesîrnekirina reftara (miameleya) xerab, mafê rêxistîbûnê û azadiya xwe-îfadekirinê.
  • Parastina serdestîya Hiqûqê, xwe-gihandina edaletê, dadkirineka adilane û mafê xwe-parastinê.
  • Dijayetîya li şer û çekdarîyê, piştgirîya mafê aştîyê û xweşbînîyê. 
  • Nêrîn û parastina bê şert û merc ya azadiya fikir û bawerîyê(yek ji şertên serlêdana bernameyê ew e ku divê propagandaya dînî nehatibe kirin)
  • Bê şert merc parastina wekhevîya zayendî. 
  • Dema li ofîsê û li qadên dîjîtal an jî li seyahetên ji bo karî ji hikûmdarîya hişk, jê-sar-kirin, mafê yekparçetîya laşî û ji hemî kiriyarên tacizkarîyê dûrbûn; ji bo ev yek nebe çêkirina tevdîr û planan; dema tişteka bi vî rengî çêbû beyanan mexdûran wek bingeh dîtin. 
  • Naskirina nasnameyên herêmî û mafênneteweyî yên kêmneteweyan