Wekî Navenda Hafizeyê û Heinrich Böll Stiftungê em ji kanûna 2023yan vir ve piştgiriya hîbeyî didin 41 rêkxistinan. Hevdem li gel piştgiriya hîbeyî, 24 mehên sax di bin navê bernaeya pêşdebirina kapasîteyê de em mekanîzmayên piştgiriyê yên bi navgînên cuda ji bo rêkxistinan pêk tînin. 

  1. Piştgiriya berpirsyarên sehayê: Bo her rêkxistinê berpirsyarekî sehayê tê tayînkirin. Berpirsyarên sehayê qadên pêşveçûnê yên rêkxistinan dişopînin û piştgiriya wan dikin. 
  2. Komxebat: Di encama analîza pêdiviyan de û li gor pêdiviyên hevpar ên rêkxistinan, di 4 qadan de komxebatên online bo 41 rêkxistinan tên sazkirin. 
  3. Piştgiriya rûbirû ya pisporî: Hedefa piştgiriya pisporî ew e ku rêkxistin pêdiviyên li gor bingeha xwe bi xebateke rûbirû pêk bîne. Her rêkxistin di maweya bernameyê de bi bernameyeke bo du caran û di 48 saetan de, li gel du pisporên cuda xebateke rûbirû bi rê ve dibe.
  4. Webinar: Di maweya 2 salî ya bernameyê de li gor daxwaz û pêdiviyên rêkxistinan, webinarên piştgir ên xebatên wan ên mafparêz têne sazkirin.

Xwegihandina navgînên piştgiriyê yên pêşdebirina kapasîteyê û kîjan rêkxistin pêdivî bi kîjan piştgiriyê heye, bi analîzeke pêdiviyan a Forûma Bandora Civakî ya Zanîngeha Koçê ya xweserî vê bernameyê hat diyarkirin. Hedef ew e ku analîza pêdiviyan, di meha 12 û 24an a piştgiriyê de nû bibe û pêşveçûna rêkxistinan bê şopandin.

10 qadên di nav analîza pêdiviyan de li jêrê ne:

  • Plankirin û birêvebirina fealiyetên parêzvanî û lobiyê
  • Xwedî helwesteke mafparêziyê
  • Birêvebirina fînansî
  • Domandina fînansî
  • Sêwirandin û tetbîqkirina projeyê
  • Berbiçavkirina rêkxistinê & xwegihandina girseyên hedefkirî
  • Hevkariya li gel rêkxistinên civaka sivîl, rêveberiyên herêmî, saziyên giştî hwd.
  • Amadekirina plansaziya stratejîk a rêkxistinê
  • Plankirin û birêvebirina çavkaniyên mirovî & birêvebirina rêkxistinê
  • Pîvan û birêvebirina bandora rêkxistinê

Hûn dikarin ji vê derê bigihîjin fealiyetên pêşdebirina kapasîteyê ku di serdema ewil a Piştgiriya Mafan de pêk hatine.