1. ARMANCA POLÎTÎKAYÊ

 Polîtîkaya Şefafiyê, helwest û metodolojiya Bernameya Piştgiriya Mafan a bo mijara şefafiyê nîşan dide. Bernameya Piştgiriya Mafan wekî projeyeke bi fînansmana Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê tê birêvebirin, Prensîbên Mekanîzmaya Gilîkirinê ya Yekîtiya Ewropayê, telîmata tetbîqkirina projeya eleqedar a Yekîtiya Ewropayê û rêziknamayên wê jî li ber çavan digire.

2. ZELALÎ

Heta ku ev polîtîka ne îstisnayeke derbasdar bûye, bernameya hîbeyê û hemû zanyariyên derbarê çalakî û fealiyetên di vê çarçoveya bernameyê de, parvekirina wan a bi raya giştî re di nav çarçoveyeke zelalî û şefafiyê de hatine diyarkirin. Ev çarçove, li gor esasên qebûlkirî yên navneteweyî û mewzûata Yekîtiya Ewropayê, xwe dispêre prensîbên cihênekirin û miameleya wekhev. Mekanîzmaya biryarderiyê ya Bernameya Piştgiriya Mafan, giringiyê dide şefafiyê ji bo prensîbên xebatê û rêbazên tetbîqkirina polîtîkayên Yekîtiya Ewropayê. Ev şefafî jî pêbawerî û hesabderiya bernameyê xurttir dike. Şefafî herweha tevkariyê dike ku sûd, fêde, bandor û berdewamiya projeyê zêdetir bibe.

Bernameya Piştgiriya Mafan, şefafiyê bi vî awayî pênase dike ku agahî, biryar û belgeyên hewce bi serlêder, xwediyên mihtemel ên serlêdanê, Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û pardarên din ên projeyê re, yanî bi giştî bi civakê re, bi awayekî gihiştbar û demkî bêne parvekirin.

3. ÇARÇOVEYA SAZÛMANÎ

Bernameya Piştgiriya Mafan a ku bi fînansmana Delegasyona Tirkiyeyê ya Yekîtiya Ewropayê û bi hevkariya Komeleya Xebatên Heqîqet Edalet û Hafizeyê (Navenda Hafizeyê) û Heinrich Böll Stiftungê (HBS) hatiye amadekirin, bernameyeke jêr-hîbeyî ye ku piştgiriya rêkxistinên biçûk yên mafparêz û binkeyî yên Tirkiyeyê dike û armanca wê tevkariya li geşedana demokrasiya beşdar e.

Merhaleya ewil a bernameyê di tîrmeha 2020î de dest pê kir û di hezîrana 2021ê de bi dawî bû. Merhaleya duyem jî dê di 1ê kanûna paşîn a 2023yan de dest pê bike û di 31ê kanûna paşîn a 2024an de xelas bibe.

Herî kêm 40 rêkxistinên mafparêz ên Tirkiyeyê yên bo bernameyê hatine qebûlkirin, dê bernameyeke weha wergirin ku digel piştgiriya hîbeyî ya maweya du salî dê bibe alîkar kapasîteyên wan baştir bibin û bandorên wan zêdetir bibin.    

Bernameya Piştgiriya Mafan, bi vê armancê hat sazkirin ku bibe alîkar mafên mirovan û demokrasiya beşdar bi pêş de biçe. Bername, her wekî ku di beşa 2.1. a Rêbernameya Piştgiriya Mafan de hatiye diyarkirin û li gor krîterên guncaniyê, deriyê wê ji bo wan komele (yên xwedî kesîtiya darazî), weqf û kooperatîfên ne li dû qezencê (an jî yên qezenca wan li hisedaran nehatî belavkirin) yên herî kêm xwedî fealiyetekê vekirî ye da ku bibe tevkar du salên dawî li Tirkiyeyê mafên mirovan bi pêş de biçin an jî parêzvanên mafên mirovan bêne parastin.

Pêvajoya serlêdanê ya Bernameya Piştgiriya Mafan dê gulana 2022yan gava vîdeoyên piştgiriya serlêdanê tên belavkirin dest pê bike û heta 30ê hezîranê dewam bike. Pêvajoya nirxandinê ya piştî wê jî; li gor rêza ku di beşa 2.3. ya Rêbernameya Serlêdanê ya Piştgiriya Mafan de tê qalkirin, bi awayê kontrola îdarî, nirxandin û piştrastkirina belgeyan berdewam dike. Di merhaleya nirxandinê de guncaniya saziya serlêder a bo bernameyê, qada xebatê ya rêkxistinê, bandor û tevkariya wê, rêveberiya wê ya rêkxistinî û geşedan û budçeya wê tê vekolan û puankirin. Di çiriya paşîn a 2022yan de encamên nirxandina pêşîn bo hemû berendaman bi e-mailê tê parvekirin. Saziyên ku ji nav wan bi mercî têne bijartin, ji wê yekê berpirsyar in ku belgeyên alîkar ên di rêbernameya serlêdanê ji bo piştrastkirina guncaniyê di nav 10 rojan de li Sîstema Rêvebirina Hîbeyê ya BELLEKê. Kêmasî an jî nakokiya di belgeyan de dibe ku rê li ber redkirina serlêdanê veke. Piştî piştrastbûna belgeyan lîsteya saziyên hîbewergir tê çêkirin û derbasî merhaleya peymanê dibin.

Serdema tetbîqkirinê ya bernameyê dê di navbera 1ê kanûna paşîn a 2023yan û 31ê kanûna pêşîn a 2024an de be. Bernameya Piştgiriya Mafan, serwext e ku fealiyetên rêkxistinê yên hîbewergir di nav çarçoveya rêzdariya bo polîtîka û qanûnên Yekîtiya Ewropayê de pêk hatine; di rewşên îstisnayî de jî polîtîka û qanûnên Yekîtiya Ewropayê referans digire. Xala ewil a Peymana Yekîtiya Ewropayê referansê dide prensîbe zelaliyê. Li gor xala 15. ya Peymana Derbarê Xebata Yekîtiya Ewropayê de, Yekîtî bi armanca ku piştgiriya sazî, weşan, ofîs an jî ajansan û rêvebirineke baş bike û beşdariya civaka sivîl pêk bîne, prensîba zelaliyê hind mimkin be li ber çavan digire û wisa xebatên xwe bi rê ve dibe. Bi vî awayî, ji welatên berfirehbûnê tê payîn ku sazî û rêvebirinên giştî giringiyê bi prensîbên hesabderiyê bidin. Tê xwestin ku hemû sazî jî di karên xwe de şefafiyê pêk bînin û di mijara xwegihandina zanyariyan de cih bidin hikmên taybet.

4. WEŞANDINA AGAHIYÊ

Bernameya Piştgiriya Mafan ji bo ku piştgiriya prensîba şefafiyê bike û teşwîq bike, agahiyên rast ên derbarê rol, polîtîka û karên xwe de di wextê xwe de û bi berdewamî parve dike. Bi vê armancê di temamê bernameyê de seteke berfireh a belgeyan tê weşandin. Belge û materyalên digel Polîtîkaya Şefafiyê ku piştgiriya van prensîbên bingehîn, ev in:

  • Rêbernameya Serlêdanê û pêvekên wê
  • Forma Serlêdanê
  • Vîdeoyên Alîkar ên Serlêdanê
  • Pirsên ku Pir Tên Pirsîn
  • Rêbernameya Berbiçaviyê
  • Belgeya Rêkxistinên Mafparêz
  • Metnê Agahdarî û Rizamendiyê derbarê Qanûna Bikaranîna Daneyên Şexsî de

Bernameya Piştgiriya Mafan, digel vîdeoyên alîkar ên serlêdanê, maseyeke alîkariyê saz dike û wê derfetê dide saziyên serlêder ku di maweya serlêdanê de bikarin bi telefonê bi rehetî bigihîjin. Tevî vê yekê, di maweya serlêdanê de civînên pirs-bersivan a online ya bo 3 caran organîze dike. Di weşandina belge û agahiyên jorbehs de, navgîna serekî malpera Bernameya Piştgiriya Mafan e (www.haklaradestek.org). Li gor prensîbên reqabeta adil, wekheviya fersendî û şefafiyê, hemû agahdariyên derbarê bernameyê de ji ser vê malperê tê kirin.

Lîsteya dawî ya rêkxistinên bi ser ketine ku tev li bernameyê bibin, li ser malperê bo raya giştî tê parvekirin. Di çarçoveya qanûn û rêziknameyên di meriyetê de û di nav sînorên mewzûata Yekîtiya Ewropayê de, biryara dawî aîdî Bernameya Piştgiriya Mafan e bê ka dê kîjan agahiyan bi raya giştî re parve bike.

5.  AGAHÎ JI BO SERLÊDERAN Û XWEDIYÊN SERLÊDANÊ YÊN MIHTEMEL

Saziyên ku dixwazin serî li bernameyê bidin, bi navgînên berbehs ên di beşa çarem de dikarin di ser malperê ew bigihîjin agahiyên hewce. Serlêderên ku xwe li Sîstema Rêvebirina Hîbeyê ya BELLEKê ya li ser malpera Bernameya Piştgiriya Mafan qeyd dikin û digihîjin sîstemê, piştî ku serledana xwe temam dikin, nimreyeke şopandinê ya serlêdanê werdigirin. Di nav maweya diyarkirî ya pêvajoya serlêdanê de, ji bilî pirsên di beşa Pirsên Pir Tên Pirsîn de, daxwazên agahiyên zêdetir bo navnîşana e-mailê ya basvuru@haklaradestek.org têne şandin. Pirsên nû yên serlêderan û bersivên wan, bi awayekî giştî û bêyî ku kes/saziyên pirsîner bêne diyarkirin, li ser malpera bernameyê têne belavkirin bi awayê ku amade bin ji bo rojtira din a civînên pirs-bersivan ên di maweya serdema serlêdanê de pêk hatine. Bi vî awayî parastina mafê wekhev ê bo zanyariyan pêk tê.

6. ÎFŞAKIRINA AGAHIYAN

Heta ku sedemeke meqbûl a îfşakirina hemû agahî û belgeyên di çarçoveya Bernameya Piştgiriya Mafan de tune be, ew dibe bêne parvekirin. Ji hemû bikarhênerên serlêder ên bernameyê tê xwestin ku destûrê bidin  da agahiyên wan ên şexsî di qada elektronîk de bi kesên sêyem re bêne parvekirin.

Peymannameya di navnîşana https://www.haklaradestek.org/tr/veri-ve-seffaflik-politikasi de eleqedarî vê polîtîkayê ye.

 

Hesabên medyaya civakî bi awayekî qanûnî, hemû hesabên di nav van xizmetan jî tê de, girêdayî xizmetên saziyên pêwendîdar in (Facebook, Twitter, Instagram, Youtube).

7. ÎSTÎSNA

Bernameya Piştgiriya Mafan, bi qasî ku girêdayî Polîtîkaya Şefafiyê ye, xwedî wê wezîfeya rêzgirtina mehremiyetê ye jî ji bo ku li gor mewzûata Yekîtiya Ewropayê agahiyên şexsî û rêzeknameya neteweyî bêne parastin. Ji ber vî awayî, hin astengî hene bo parvekirina agahî/belgeyan. Nexasim li gor mewzûata Yekîtiya Ewropayê ya derbarê parastina agahiyên şexsî û qanûnên Komara Tirkiyeyê, eger parvekirina agahiyan “faydeya civakê” û “parastina bitûnî û mehremiyeta kesan” bixe talûkeyê, xwegihandina van agahiyan tê astengkirin. Di rewşên jêrê de agahî nayêne parvekirin:

  • Eger berjewendiya ticarî ya kesên taybet an jî darazî cihê behsê be,
  • Eger agahî di nav çarçoveya mulkiyeta fikrî, belgeyên dadhehî an jî pêşniyaza hiqûqî de be,
  • Eger mijara teftîş, lêpirsîn û kontrolan be,
  • Eger serlêder qebûl nekiribe.

8. ŞERTÊN GILÎKIRINÊ

Serlêderên ku difikirin bandoreke neyînî ji aliyê Bernameya Piştgiriya Mafan li wan bûye an jî bawer dikin ku di pêvajoya hilbijartinê de ji ber xeta an jî bêusûliyekê zerer dîtine û kesên din ên taybet/darazî dikarin maileke gilîkirinê ji navnîşana sikayet@haklaradestek.org re bişînin. Gilî, piştî ku tê teyîtkirin bûyer ji aliyê gilîker pêk hatine, divê di nav 10 rojên karî de bêne kirin. Giliyên ku di wextê xwe de tên, di nav 15 rojên karî de bersiva wan tê dayîn.