Her saziyeke sûdwergir a Bernameya Piştgiriya Mafan, di serê serdema hîbeyê de xebata analîzeke pêdiviyan çêdike û diyar dike ka di maweya bernameyê de hedefa wê ya pêşdebirina kapasîteyê di kîjan qadan de ye. Yek ji navgînên piştgir ên saziyê di van qadan de jî komxebat û webinar in.
Ji nîsana 2023yan pê de me dest bi amadehiya komek xebatan kir ku temamê 41 rêkxistinan hatine vexwendin:
Komxebat
Lêkolîn bo Saziyên Civaka Sivîl (Nîsan, 2023)
Moderator: Derya Göçer
Çarçove:
- Têkiliya daneyan û parêzvaniyê
- Lêkolîn bo parêzvaniyê – nimûneyên baş
- Daneyên bêbudce
- Kodkirin bi kêrî çi tê?
- Sepana kodkirinê
- Raporên dengbilind
- Mînakên baş
- Şablona raporê
- Berbelavkirina raporê
Ewlehiya Dîjîtal û KVKK (Hezîran – Tîrmeh, 2023)
Moderator: Mustafa Çağrı Kurter, Esra Kılıç, Özlem Zıngıl
Çarçove: Perwerdehiya Ewlehiya Dijîtal û KVKKyê ya di çarçoveya parastina giştî ya bo saziyên civaka sivîl de pêk tê, ji bo ewlekirina navgînên dijîtal ên saziyan, sazkirina qadên xebatê yên ewlehiya dijîtal û pêşdebirina pratîkên wan e. Sernavên wekî pratîk û mewzûatên KVKKyê, pratîk û navgînên dijîtal di nav çarçoveya ewlehiya dijîtal de ne.
- Ewlehiya bingehîn
- Ewledarkirina hesaban
- Mal û ewlehiya fizîkî ya giştî
- Navgîn û stratejiyên pêwendiya navxweyî
- Prosedurên amadekariyê yên rewşa lezgîn a sazûmanî
- Pêdiviyên din, Arşîvkirina dîjîtal hwd.
- Agahiyên bingehî derbarê Qanûna Parastina Daneyên Şexsî (KVKK) de
- Metnên agehdarkirinê û formên rizamendiya eşkere
- Belgeyên polîtîkayê û telîmatname
Birêvebirina Fînansî (Çiriya Paşîn, 2023)
Moderator: Merve Nebioğlu, Özkan Bulut
Çarçove:
- Bexş û alîkarî
- Beyanname û agehdariyên ku komele ji mecbûrî didin
- Karên mihasebeyê û miafiyeta KDVyê
- Birêvebirin û raporkirina fînansî ya projeyê
Amadekirina Bulten û Rapora Fealiyetan (Kanûna Pêşîn, 2023)
Fasîlîtator: Balacan Ayar & Ece Koçak
Çarçove: Rê û rêbazên derbarê amadekirina bulten û rapora fealiyetê de hatin parvekirin.
Bi Gül Hür re Para Rastiyê (Doğruluk Payı) (Îlon, 2024)
Fasîlîtator: Gül Hür
Çarçove: Ji bo rêkxistinên Piştgiriya Mafan hat neqilkirin ka çima piştrastkirina agahiyan giring e, di dema piştrastkirina agahiyan de hewce ye mirov li çi baldar be û ka sînorên etîk çi ne, hwd.
Sîrkulasyona Xebatkarên SCSyan û Pêvajoyên Dewrkirina Karan (Çiriya Paşîn, 2024)
Fasîlîtator: Cahide Sarı
Çarçove: Ji bo rêkxistinan derbarê “dewrkirina karên ku di dema veqetîna ji karî de berdewam in û bergiriyên hewce ji bo taloqnebûna peywendiya nav-saziyî û der-saziyî” de neqleke biçûk hat kirin.
Piştgiriya Pisporan
Rêvebirina fînansî
Xwedan helwesta mafparêziyê
Berdewamiya fînansî
Amadekirina plana stratejîk a rêkxistinê
Berbiçavkirina rêkxistinê & xwegihandina girseyên armanckirî
Sêwirandin û tetbîqkirina projeyan
Hevkarî, Beşdariya li Torên Navneteweyî, Netweyî an jî Herêmî, Çalakbûna di Torê de û Sazkirina Toran
Parêzvanî û plankirin û rêvebirina fealiyetên lobiyê
Pîvan û rêvebirina bandora rêkxistinê
Ewlehiya dîjîtal
Arşîvkirina dîjîtal
Montaj û çêkirina vîdeoyê
Hûn dikarin ji vir bigihîjin agahiyên zêdetir derbarê Piştgiriya Mafan I’ê de.
Webinar:
Ponijîna li ser belgeyên polîtîkayê di nav rêkxistinên mafên mirovan de (Hezîran, 2023)
Moderator: Hatice Kapusuz
Çarçove: Bi beşdariya Hatice Kapusuz a mentora Bernameya “STGM BİRLİKTE” li ser mijarên wekî girîngiya belgeyên polîtîkayê bo rêkxistinan û pêvajoya nivîsînê hat axiftin û webinara bi navê “Ponijîna li ser belgeyên polîtîkayê di nav rêkxistinên mafên mirovan de” hat sazkirin.
Podcasteke serkeftî çawa tê amadekirin? (Tebax, 2023)
Moderator: Mert Koçak
Çarçove: Wekî metodeke hilberandin û belavkirina zanyariyan, hat nîqaşkirin ka podcast çi ye. Piştre hat axiftin ka dema amadekirina rêzeke podcastê divê mirov li ser naverokê li çi bifikire û hewcehî dibe ku çi bin. Beşa dawî ya webinarê jî bo wê nîqaşê hat terxankirin ka pêdiviyên beşdaran û fikrên wan çi ne.
Bikaranîna Medyayeke Dîjîtal a Kartêker bo Saziyên Civaka Sivîl (Îlon, 2023)
Moderator: Kenan Dursun
Çarçove: Hat axiftin ka medyaya dijîtal bi hêza xwe çawa dikare stratejiyên pêwendiyê yên rêkxistinan bi pêş de bibe, saziyên civaka sivîl misyonên xwe çawa dikarin bigihînin girseyeke berfirehtir û derbarê van mijaran de taktîk û delîl hatine parvekirin. Bo rêkxistinên ku dixwazin hebûna xwe ya li cîhana dîjîtal saz bikin û/an jî bihêztir bikin, hat neqilkirin bê ka dikarin çi bikin.
Hûn dikarin ji vir bigihîjin agahiyên berfireh ên derbarê Piştgiriya Mafan 1ê de.