Üniversite Öğretim Üyeleri Derneği

Stenbol


Komeleya Hîndekarên Zanîngehê

Komeleya ku sala 1989an hatiye avakirin, armanca wê bi xebatan ew e ku hevgirtin û yekîtiyê saz bike di navbera hemû hîndekarên li saziyên xwendina bilind dixebitin û xebitîne; maf û berjewendên wan biparêze; bo xebatên zanistî û hunerî han bide û qadeke demokratîk û azad a xwendina bilind pêk bîne. 

Saziya ku parçeyekî têkoşîna mezintir a maf û azadiyên hemû pêkhateyên (hîndekar, xebatkar û xwendekar) zanîngehên Tirkiyeyê û parçeyekî hewla wekheviya zayenda civakî ya zanîngehan e, di heman demê de pêkhateyeke aktîf a têkoşîna li dijî hemû binpêkirinên maf û azadiyê ya ji bo avakirina civakeke demokratîk e.

Hemû xwendekar û hîndekarên ku li saziyên xwendina bilind dixebitin û xebitîne, dikarin di rewşên binpêkirina azadiyên mafî û akademîk de serî li komeleyê bidin.

Koemele dikare di van mijaran de hevkariyê jî bike: Birêvebirina lêkolîn, konferans, komxebat û forûmên di qada zanîngeh, perwerdehî û hînkirinê de; bilêvkirin, rexnekirin an jî protestokirina pirsgirêkên di van mijaran de; têkoşîna azadiyên mafî û akademîk ên hîndekaran.