Temiz Giysi Kampanyası Derneği


Komeleya Kampanyaya Cilûbergên Paqij

Komeleya Kampanyaya Cilûbergên Paqij ji bo ku hemû karkerên tekstîlê di nav şertên adil, bi tendurist û ewle de bixebitin, bi hêza nerm a ku ji mezêxeran werdigire, li dijî binpêkirinên mafan çalakiyên parêzvaniyê bi rê ve dibe û li çareseriyan digere.

Kampanyaya Cilûbergên Paqij,

  • Dema ku karkerên tekstîlê tûşî rewşeke binpêkirina mafan tê, stratejiya parêzvaniyê saz dike; di serî de kampanya û xebatên lobiyê tê de, xebatên meydanî, çalakiyên kuçeyê, kampanyayên îmzayê û navgînên curbicur bi kar tîne.

  • Qadên diyalogê di navbera karker û karderan saz dike ji bo ku karker bigihîjin mafên xwe.

  • Eger karder di meseleya binpêkirina mafên karkeran pêdagir bin, mezêxeran agehdar dike, wan vedixwîne çalakiyê û hewl dide zexta mezêxeran pêk bîne.

  • Hevkariyê ligel torên navneteweyî dike û li dijî binpêkirinên mafan ên cîhanî, di herêma xwe de parêzvaniyê dike. Eger binpêkirinên mafan ên herêmî çêbibin jî, beşdarên navneteweyî dixe tevgerê û tîne asteke cîhanî. 

  • Di malpera www.meslekhastaligi.org de ku bi armanca handana jiyaneke bi tendurist û xebata ewledar û berbelavkirina têgeha nexweşiya pîşeyî hatiye avakirin, nûçeyên eleqedarî mijarê dişopîne û parve dike. Roportajan bi karkeran re dike û hewl dide rojevekê çêbike.

Komele sala 2017an li Stenbolê hatiye avakirin. Ji bo hevkariya di meseleyên cîhana karî û mafên mirovan, heqê jiyanî, azadiya rêkxistinî, karkeriya zarokan, edaleta jîngeh û îqlimî, îstihdama der-qeydî û wekheviya zayenda civakî de, deriyê wan ji bo peywendiya bi saziyên din ên civaka sivîl re û di mijara kampanya, lobîgerî û torên navneteweyî de ji bo veguhastina tecribeyî vekirî ye.

Herweha kesên bi nexweşiya karî ketine, kesên dixwazin di vê mijarê de bişêwirin an jî kesên karkerên tekstîlê ne û li cihê kar nikarin heqê xwe, tazmînata xwe wergirin û kesên di şertên xerab de dixebitin, bi mebesta piştgiriyê dikarin serî li komeleyê bidin.