Rosa Kadın Derneği


Komeleya Jinan a Rosayê

Komele dawiya sala 2018an li Diyarbekirê hatiye avakirin û armanca xebatên wê ew e ku li hember her cure şideta civakî, siyasî, sosyal, kulturî, ekonomîk, zayendî û derûnî tê bikoşe; xebatên weha bi rê ve bibe ku her awayê cihêkariya li hemberî jinan ji holê rabe; projeyan bi pêş de bibe û tetbîq bike ku wekheviya zayenda civakî berbelav bibe; birêvebirina xebatan bo bihêzkirina civaka sivîl û rêkxistinên jinan; xweza-jiyana xwezayî biparêze; avakirina jiyaneke ekolojîk û kultura demokrasî û aştiyê berbelav bike û pêk bîne.

Çalakiyên lobiyê di serî de tenzîmên qanûnî yên rasterast bandorê li jinan dikin, bo sazî û dezgehên eleqedar da di qanûn û kiryaran de cihêkirineke pozîtîf bê pêkanîn; parêzvanî û çêkirina hêzeke sivîl bi rêya qanûn û kiryaran da rê nede jin bêne mexdûrkirin û/an jî mafên wan bêne binpêkirin; xebatên bo mafên jinan bêne birêvebirin.