Nirengi Derneği


Komeleya Nirengiyê

Wek Komeleya Nirengiyê, em kesên xwedî helwêsta mafparêz wekî “xwedî maf” û dewlet û hin aktorên din ên derveyî dewletê wekî “xwedî wezîfe” yê pêkhênê van mafan pênase dikin. Lewma wekî Komeleya Nirengiyê, em xwe wekî saziyeke civaka sivîl bi nav dikin ku kesên xwedî maf di navenda xebatê de digirin. Girêdayî vê yekê, em jî tê de, di serî de civata giştî, em wê yekê esas digirin ku sazî û dezgehên xwedî wezîfe jê berpirsyar bin da wan pêk bînin, em piştgiriya wan bikin da hereket bikin û piştgiriya bihêzbûna xwedî mafan bikin da daxwaz mafî bikin.

Em bi bernameya xwe ya Xeta Piştgiriyê li Hemberî Îstismarê ku di nav çalakiyên me de balê dikişîne, em şêwirmendiyeke qanûnî ya bêpere û piştgiriyeke psîkososyal didin zarokên tûşî şidetê an jî îstismarê bûyî û kesên li wan dinêrin. Telefonên ku ji bo xeta piştgiriyê ya hejmara 0850 216 53 67 tên, li gor profîla telefonê têne bersivandin û li gor pêdiviyan bi şêwirmendiyeke qanûnî û/an jî piştgiriyeke psîkososyal têne cem hev. Fizîkî, zayendî, hestî, ekonomîk, hemû îstismar û cureyên şidetê di nav çarçoveya vê xetê de ne. Di çarçoveya Bernameya Xeta Piştgiriyê ya li dijî Îstismarê de, li tevahiya Tirkiyeyê piştgiriya online tê dayîn.