Mezopotamya Eğitim Bilim Sanat Sağlık ve Kültür Vakfı


Weqfa Perwerdehî Zanist Huner Tenduristî û Kulturê ya Mezopotamyayê

Weqf ji sala 2013an vir ve ye wê yekê diparêze ku azadî û maf bi heman awayî bêne cîbicîkirin û xebatên zimanê dayîkê di peywendeke maf û azadiyên bingehîn de bi rê ve dibe.

Diyalog, têgihiştina dualî, xabatên piştgir ên pêkvejiyanê û avakirina zanîngeheke pirzimanî ya hedefa maweya dirêj ya weqfê; dê xizmeta armanceke weha bike ku nasnameyên cuda bi têgihiştineke dualî bi hev re dijîn.

Xizmeta bi zimanê dayîkê ya bo jinavbirina newekheviyan ku kurd wek komeke etnîk di jiyana civakî de rastî wê tên, di nav xebatên vê çarçoveyê de ne. 

Xebatên afirîner yên qada kultur, huner, perwerdehî, medya, zanist û teknolojiyê ku piştgiriya cudahî, wekhevî û piralîbûnê dikin: Satndardîzasyona zimanî ya ku dê hêsankar be bo bikaranîna zimanê dayîkê yê kurdan, berhevkirina destxet û berhemên edebiyata devkî, xebatên arşîv û belgekirinê yên derbarê ziman-dîrok-etnografyayê.