Mersin 7 Renk Lezbiyen Gey Biseksüel Trans Eğitim Araştırma ve Dayanışma Derneği

Mêrsîn


Komeleya Perwerdehî Lêkolîn û Hevgirtinê ya Lezbiyen Gey Bîseksuel Transan a 7 Reng a Mêrsînê

Komele bi armanca piştgiriya welatiyên LGBT hatiye avakirin ku bikarin bi helwest û jiyana xwe ya şexsî, civakî û kulturî tevkariyê bikin nirxên azadîxwaz bipejirînin, hebûna xwe ya li ser bingeha meyl û nasnameya zayendî pêk bînin û xwe ji bo pêşketina aştî, hizûr û refaha civakî bigihînin. 

Armanca serekî ya Komeleya LGBT a 7 Reng a Mêrsînê ew e ku derbarê LGBTI+yên di gelek qadên jiyanê de merûzî cihêkariyê hatine û hatine navnokirin, hesasiyeteke civakî çêbike.Komele bi vê armancê, çi li Mêrsînê be çi li bajarên din be, fealiyetên cuda bi rê ve dibe. Fealiyetên wê yên serekî jî ev in: Raporkirina di asta Mehelî û Herêmî ya Îhlalkirina Mafên LGBTI+yan de, Şopandina Dozan, lêkolînên zanistî, perwerdehî, atolyeyên xebatê, civînên rûtîn ên bo kesên LGBTI+, atolye, sempozyûm û konferansêm ku mirovên ji dîsîplînên cuda tev li wê dibin.