Mekanda Adalet Derneği

Stenbol


Komeleya Edaleta li Mekanî (MAD)

Komeleya Edaleta li Mekanî, xebatên transdîsîplînî dike da ku pêvajo/pratîkên bêhtir adil, ekolojîk û demokratîk ên li mekanên bajarî û derbajarî pêk bîne. Agahiya nûxwaz, biwesf û giştî çêdike, kom dike û parve dike.

Kes, kom û saziyên herêmî/neteweyî/navteweyî yên ku dixwazin pratîkên hilberîna mekanî bi rêbazên beşdariyê ava bike; aktorên ku dixwazin mekan û çîrokên hêviyê bêne bihîstin û berbelav bibin; aktîvîst, lêkolîner û xwendekarên ku xebatên wan bi edaleta çarçoveya mekanî  û civakî re digihîjin hev, dikarin ji bo hevkariyê û danûstandina tecrûbeyî serî li MADê bidin. 

Kesên ku bandora pêvajoyên veguherîna bajarî yên nebeşdar û îhlalker li wan bûye; ji ber projeyên binesazî, maden û enerjiyê yên li bajar û derbajaran zerer li wan bûye û merûzî bandorên xerab ên ekonomiya înşaat/hefriyatê û bêisûlî û bêkontroliya vê qadê hatine, nexasim di mijara xuyabûnî û parêzvaniyê de dikarin daxwaza piştgiriyê ji komeleyê bikin.