Mardin Ortak Kadın İşbirliği Derneği


Komeleya Hevkariya Jinan a Mêrdînê (MOKİD)

Vîzyona MOKİDê: Avakirina dinya/civakeke weha ku hemû awayêm şidet û cihêkariya li dijî jinan bi dawî bûye û ji bo her kesî edalet, wekhevî û azadî pêk hatiye.

Mîsyona MOKİDê: Têkoşîna bi perspektîfa mafparêz li hemberî her awayê şideta girêdayî newekheviya zayenda civakî; bi vî awayî parêzvanî, kampanya, lêkolîn, perwerdehî û xebatên lobiyê ji bo jin û zarokên keç da ku xurt bibin û bigihîjin heman fersendan.

MOKİD sala 2007an wekî komeleyeke xwebexş ava bûye. Ji dema ku ava bûye heta îro, di çarçoveya xebatên bihêzkirina jinan de; perwerdehiyên haydariyê dide jin, mêr û ciwanan di mijara wekheviya zayenda civakî û şideta hemberî jinan de. MOKİD ji bo têkoşîna bi perspektîfa mafparêz li hemberî her awayê şidetê; parêzvanî, kampanya, lêkolîn, perwerdehî û xebatên lobiyê dike ji bo ku jin û zarokên keç da bihêztir bibin û bigihîjin heman fersendan.

Ji bo jinên tûşî şidetê bûyî, çalakiyên civakî, derûnî, şêwirmendiya hiqûqî, kursên xwendin û nivîsînê, kursên şiyana pîşeyî û çalakiyên oryantasyonê pêk tîne. MOKİD xizmetên xwe yên şêwirmendiya civakî û derûnî bi erebî û tirkî; xizmetên şêwirmendiya hiqûqî jî bi erebî, kurdî û tirkî dide. MOKİD xizmetê bi zimanê xelkê xwecihî dide û derfetê dide ku jinên xwedî zimanên cuda di zimanên xwe yên dayîkê de xizmetê wergirin û hêsankariyê dike bo xwegihandina xizmetên sazî/dezgehên giştî û dihêle ku mafên xwe hîn bibin.

Herweha; ji 2015an vir ve ye di asta herêmî de digel Saziyên Alîkariya Mirovî ya Navneteweyî tevkariyê li xebatên bo jinên penaber dike. Xizmeta Mokidê ya bo penaberan bi zimanên wan, wê derfetê dide ku jin û zarokên penaber bi zimanê xwe yê dayîkê bikarin xwe îfade bikin û çareseriyê bo pirsgirêkên xwe peyda bikin.