LİSTAG (LGBTİ+ Aileleri ve Yakınları Derneği)
LİSTAG (Komeleya Nas û Malbatên LGBTI+yan)
LİSTAGa sala 2008an ji aliyê wan komek malbatan ve li Stenbolê hatiye avakirin ku zarok, xwişkûbira, meriv an jî nasên wan LGBTI+ (Lezbiyen, Gey, Biseksuel, Trans, Înterseks, û +) ne. Di 2019an de bûye komele û 15 sal in çalakiyên xwe yên piştgirî û hevgirtinê berdewam dike. Em dahatûyeke weha xeyal dikin ku hemû mirov tê de bi serbestî û bi rêz û nirxdayînê bikarin meyl, nasnameya zayendî û derbirînên zayendî beyan bikin.
Da ku em vîzyona xwe pêk bînin;
Em nas û malbatên LGBTI+yan agehdar dikin û wisa piştgiriya wan dikin.
Derbarê zehmetî û pisrgirêkên taybet ên bo LGBTI+yan de, em hem şêwirmendiyê didin endamên xwe hem jî saziyên din ên civaka sivîl, dezgeh û şirketan.
Em parêzvaniyê dikin ji bo ku LGBTI+ bigihîjin wekheviyeke temam, qanûn û polîtîkayên hewce bêne sazkirin, hesasiyeteke civaka me di vê mijarê de çêbibe û guherîneke helwêstî pêk bê.
Ji bo ku hûn me ji nêz ve nas bikin: Benim Çocuğum Belgeseli, Gökkuşağına Ses Ver podcast