Kırmızı Şemsiye Cinsel Sağlık ve İnsan Hakları Derneği

Ankara


Komeleya Mafê Mirovan û Tenduristiya Zayendî ya Kırmızı Şemsiyeyê

Kırmızı Şemsiye (Şemsiyeya Sor), saziyeke civaka sivîl e ku derbarê pirsgirêkên mijarên wekî nasnameya zayendî û meyla zayendî li Tirkiyeyê; nijad, reng, mezheb; binpêkirinên mafên mirovan ên karkerên seksê yên qada qeydkirî an neqeydkirî, derkirinên civakî, krîmînalîzasyon, demxekirin, tenduristiya zayendî û tenduristiya zayînê û hemû qadên din ên eleqedarî karkerên seksê de, hewl dide karkerên seksê agehdar bike, wan bi rêk bixe û bixe tevgerê, rojeveke diyar li gor pêdiviyên wan çêbike û digel rayedaran parêzvaniyê û xebatên lobiyê bike.

Xeta Acil a Hiqûqî bo karkerên seksê ji telefona 0534 010 95 98 7 roj û 24 saetan alîkariyê dide. Xeta Şêwirînê ya Tenduristiya Zayendî û Tenduristiya Zayînê bo Karkerên Seksê û 0545 347 57 27 Xeta Şêwirînê ya Hemsalî ya Pêvajoya Guncaniya Laşî jî di nav xizmetên alîkariyê yên komeleyê de ne.