Kadın Zamanı Derneği


Komeleya Dema Jinan

Komeleya Dema Jinan, bi armanca ku her cure cihêkariya li hemberî jinan ji holê rake û tevkariyê li bihêzkirina jinan a di her qada civakî de bike, tîrmeha sala 2020an li Stenbolê hatiye avakirin. Di sala ewil a komeleyê de, em li ser piştgiriya hiqûqî, derûnî û sosyal dixebitin ji bo jinên ku tûşî şideta fizîkî, zayendî, derûnî û/an jî ekonomîk hatine da ku serederiyê bi bandora şidetê re bikin û ji çerxa şidetê xelas bibin. Sê şaxên bingehîn ên fealiyetê komeleya me hene: Navenda Şêwirînê, Xebatên Meydanî û Parêzvanî. Navenda me ya Şêwirînê piştî komeleya me bi nêzî salekê dest bi fealiyetên xwe kirine û em hewl didin jinan li gor pêdiviyên wan piştgiriya wan bikin an jî berê wan hin saziyên piştgir ku em bi wan re di nav peywendiyê de ne. Herweha em her 6 mehê carekê derbarê navenda me ya şêwirînê de raporan diweşînin û hem li ser malpera xwe hem jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî belav dikin.

Ji ber ku jinên kurd, ji ber astengiyên fermî an jî fiêlî yên li ber zimanê zikmakî li derveyî qada giştî diman, xizmeta tenduristiyê jî tê de di xwegihandina mafên mirovî yên herî serekî de jî zehmetî dikêşan, wek encameke baviksalariya taybet û giştî hem ji ber jinbûna xwe hem jî ji ber nasnameya xwe ya etnîk du caran dûçarî cihêkariyê dibûn; ji ber van pirsgirêkan me bala xwe da vê yekê ku em piştgiriyên xwe bi kurdî û tirkî bidomînin. Wek Dema Jinan, digel hedefa me ya xebatên derbarê wan jinan de ku nikarin bigihîjin mekanîzmayên çareserkirinê, em giringiyeke zêde pê didin ku xebatên heta îro li meydanê hatî kirin kurdî bin û vê yekê jî kir ku em bibin xwedî wan toran ku rasterast digihîjin jinan. Me dît ku bi milyonan jinên kurd hene li Stenbolê dijîn û dixwazin xwe bi zimanê zikmakî îfade bikin û ji ber vê pêdiviyatiyê em ketin rê. Li hember vê dîkekirinê em hewl didin alternatîfeke din biafirînin û ji bo vê yekê em ji bo jinên kurd wan xebatan pêk tînin ku li ser mafên qanûnî ne, li ser wan piştgiriyan in ku dema serederkirina bi şidetê dikarin jê sûdê wergirin û li ser xebatên haydarbûn û agehdarkirinê ne. Em di van xebatan de alîkariyeke duzimanî pêşkêş dikin û bi vî awayî dibin navendeke serlêdanê bo jinên ku pêdiviya wan bi alîkariya kurdî heye. 

Hûn dikarin di ser hejmara me ya telefonê 0542 602 69 62 re bigihîjin Navenda me ya Şêwirînê ya Jinan bigihîjin me an jî mailê ji navnîşana info@kadinzamani.org – basvuru@kadinzamani.org  re bişînin.

Podcast: dema jinan diaxive