İsmail Beşikçi Vakfı


Weqfa Îsmaîl Beşîkçî

Weqfa Îsmaîl Beşîkçî (İBV) ya ku saziyeke civaka sivîl a serbixwe û bêalî ye, azadiya fikrî û derbirînê esas digire. Weqf rêzdar e bo hemû maf û azadiyan, nirxên demokratîk qebûl dike û giringî bi wê prensîbê dide ku divê her awayê fikran digel hev be. Xebatên weqfê zêdetir xebatên kurdolojiyê ne. Weqfa me ji 2011an vir ve ye li Stenbolê dest bi fealiyetên xwe kiriye. Nûneriya me ya Diyarbekirê jî di sala 2014an de hatiye avakirin. Hê jî navenda me ya Stenbolê û nûnertiya me ya Diyarbekirê bi awayekî aktîf xebatên xwe berdewam dike.