İnsan Hakları Derneği Diyarbakır Şubesi


Şaxa Diyarbekirê ya Komeleya Mafên Mirovan

Mijara herî serekî ya komeleyê ew e ku binpêkirinên mafên mirovan ên di jiyana civakî de bêne astengkirin û/an jî jinavbirin û bi vê armancê çalakiyên xwe yên parêzvaniyê dike. Di çarçoveya çalakiyên parêzvaniyê de; armanc ew e ku bi kampanya û organîzasyonên curbicur haydarî/hesasiyeteke giştî derbarê binpêkirinên mafên mirovan de bê çêkirin. Dîsa, piştgirî û şêwirmendiya hiqûqî ji bo mexdûrên merûzî binpêkirinên mafan bûyî di demên pêdiviyatiyê de, fealiyetê serekî yên komeleyê ne. 

Navenda Giştî sala 1986an hatibû avakirin û Şaxa Diyarbekirê jî adara sala 1988an dest bi fealiyetên xwe kiribû. Ji bilî biryarên girtinê yên kurtedemî yên ji ber kiryarên Rewşa Awarte, fealiyetên xwe heta îro bênavber didomîne.

Hemû welatiyên mexdûrbûyî yên ji ber îhlalên mafên mirovan ên jiyana civakî, dikarin daxwaza piştgiriyê bikin.