İfade Özgürlüğü Derneği

Stenbol


Komeleya Azadiya Fikrî (İFÖD)

İFÖD xebatên xwe li dor helwêsteke mafparêziyê ya şefaf, hesabder, wekhev û beşdar pêk tîne û bi rê ve dibe. Bi vî awayî hewl dide xwediyên mafan derbarê rewşa heyî, guhertin û îhlalên qada azadiya fikrî de agahdar bike û xebatan bi rê ve bibe dema ku mafên wan têne binpêkirin da ku daxwaza wan a bo meqamên rayedar pêk bîne. Ji aliyekî din jî hedefa wê ew e ku bandorê li rayedar û biryarderan bike da ev maf bêne berfirehkirin û parastin.

Komeleya ku di xebatên azadiya fikrî û înternetê de bo hevkariyê û/an jî parvekirina tecrûbeyî dilxwaz e; rojnamevan, akademîsyen, mixalif, parêzvan û aktîvîstên mafên mirovan, kesên tûşî sûcdariyên azadiya fikrî hatî û bi giştî kesên ji ber gotinên xwe yên siyasî li Tirkiyeyê tûşû lêpirsîn û lêgerînê hatî, dikarin serî li wê bidin û daxwaza piştgiriyê bikin.