Engelsiz Bileşenler Federasyonu

Diyarbekir


Federasyona Pêkhateyên Bêasteng

Federasyon sala 2015an ji aliyê Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê, Komeleya Astengdarên Laşî yên GAPê, Komeleya Alîkariyê ya SSPEyê, Komeleya Astengdaran a Farqînê û Komeleya Jiyana Bêasteng a Wanê ve hatiye avakirin û rêkxistineke mafparêz a civaka sivîl e ku armanca wê ew hişmendiya civaka sivîl a demokratîk bi cih bike, çalakiyên civaka sivîl çalak bike û bi pêş de bibe, bihêle ku komeleyên endam ên di vê mjarê de xizmeteke koordîneyî bidin; kes, kom, sazî û dezgehên li ser mijara astengdaran dixebitin bihêztir bike û xebatên bi hevkarî bi rê ve bibe. 

Hê jî wekî navendeke li Diyarbekirê, digel sêzdeh komeleyên endam ên li Diyarbekir, Batman, Riha, Şernex û Antalyayê çalakiyên xwe berdewam dike:

  1. Komeleya Astengdarên Çavan a Dicleyê
  2. Komeleya Yaşamê ya Hevgirtin Alîkarî û Zindîhiştina Nexweşan a Nasên Nexweşan û Nexweşên Nexweşiyên ku Piştî Sorikan Çêbûne û Yên bi Newxeşiya SSPEyê Ketine
  3. Komeleya Astengdaran a Xinûsê
  4. Komeleya Astengdarên Laşî ya Diyarbekirê
  5. Komeleya Mafên Nebihîzan a Perwerdehî, Kultur û Kulûba Sporê
  6. Komeleya Astengdarên Laşî yên GAPê
  7. Komeleya Astengdaran a Parastin û Hevgirtinê ya Cizîrê
  8. Komeleya Astengdarên Aktîf a Batmanê
  9. Komeleya Kulûba Sporê ya Astengdarên Çavan a Diyarbekirê
  10. Komeleya Alîkariyê ya SSPEyê
  11. Komeleya Astengdaran a Farqînê
  12. Komeleya Şêwirmeniyê bo Kesên Xwedî Pêdiviyên Taybet
  13. Komeleya Parastina Mafên Nexweşên Diyalîzê

Federasyon herweha endamê Konfedarasyona Astengdaran û Tora Mafên Zarokên Astengdar e.

Kesên mexdûr di vê mijarê de, dikarin ji bo piştgiriyê serî li Odeya Şêwirmendiya Hiqûqî ya Mafên Astengdaran bidin ku di sala 2020î de hatiye avakirin.

Federasyon bo parvekirina hevkarî û tecribeyan vekirî ye bo ku balê bikêşe ser cihêkariya piralî ya astengdarên jin, zarok, ciwan, kal û hejar û saziyên civaka sivîl ên ku dixwazin di vê rêyê de xebatên hevpar ên mafparêz bikin.