Eksi 25 Derneği


Komeleya Eksi 25ê

Komeleya Eksi 25ê, saziyeke civaka sivîl e ku cuda ji her awa cihêkariyên wekî ziman, dîn, nijad, zayend û temenî, berjewenda her kesekî heta 25 salan li ber çavan digire û armanca wê ew e ku jiyan, pêşketin û beşdariya wan ji îhmal, îstismar û her cure şidetê biparêze.

Komele; li ser xeta prensîb, nirx û rêziknameya xwe, di mijarên wekî mafên zarok û ciwanan, binpêkirinên mafan û astengkirina her cure şidetê de li nav welat û li derveyî welat xebatên xwe bi rê ve dibe.

Bernameyên ku di vê çarçoveyê de xebat lê kom bûne: Bernameya Astengkirina Îhmal û îstismara Zarok, Bernameya Mafên Zarokan, Bernameya Diyarkirina Rewşê, Bernameya Çavdêriya Bûyeran, Bernameya Xebatên Haydariyê, Bernameya Ciwaniyê û Bernameya Siruşt û Krîza Avûhewayê.

Komeleya Eksi 25ê ku sala 2015an li Eskişehirê hatiye avakirin, Eskişehir û Kutahya tê de li çar navendan xizmetê dide. Ofîsa navendî ya Eksi 25ê, bi awayê Gundê Zarokan ê Eksi 25ê Karacaşehir / Gundê Zarokan ê Pêkve yê Kutahyayê Malên Zanîngehê çalakiyên xwe bi rê ve dibe. Komeleya Eksi 25ê di warê şêwirmendiya hiqûqî, şêwirmendiya derûnî û piştgiriya psîkososyal de xizmetê dide. 4 naverokên cuda yên modulê ku ji aliyê pisporên komeleyê ve hatine bipêşxistin bo zarokan, malbatan, mamosteyan û parêzeran hene.