Diyarbakır Siyasal ve Sosyal Araştırmalar Enstitüsü Derneği


Komeleya Lêkolînên Siyasî û Civakî ya Diyarbekirê (DİSA)

DİSAya ku 8ê adara 2010an li Diyarbekirê ava bûye, armanca wê bi lêkolînan ew e ku hesasiyeta civakî ya wekhevîxwaz a pêkvebûna cudahiyan a di nav aştiyê de zêdetir bike û diyalog bi pêş de biçe, û van lêkolînan pêşkêşî eleqedaran bike, bi saya konferans, sempozyûm, panel, komxebat, atolye û raporan tevkariyê li parvekirina zanyariyan bike. 

Armanca DİSAyê herweha ew e ku bo lêkoleran bibe navendek, xebatên wisa bike ku rê li ber pêşketina civakî û siyasî ya xelkê veke û tevkariyeke li ser bingehê zanyariyên xebatên objektîf, meydanî û yekser bike ku polîtîkayên bo dahatûyê bêne çêkirin. Mafê zimanê zikmakî, edalet û aştî, jiyana dewambar û mafê cihûwarî û wekheviya zayenda civakî, mijarên serekî ne ku DİSA bi taybetî bi wan re mijûl dibe û hewl dide zanyariyan pêşkêş bike. DİSA heta îro gelek raporên tirkî, kurdî û îngilizî li ser van mijaran weşandine.