Cinsel Şiddetle Mücadele Derneği

Stenbol


Komeleya Têkoşîna li dijî Şideta Zayendî

Komele bi helwesteke femînîst a queer xebatên piştgirî, parêzvanî û haydariyê bi rê ve dibe ji bo ku şideta zayendî li ber çavan û nîqaşê veke û li dijî şideta zayendî têbikoşe.

Xebatên ku bi helwesta “Şideta zayendî, mimkin e li her devera hiyerarşiyê pêk bê. Her kes dikare bibe fail an jî mexdûrê şideta zayendî. Şideta zayendî tê hînkirin, ji ber vê yekê dibe bê astengkirin jî! Guherîna di têkoşîna hemberî şideta civakî de bi min dest pê dike.” têne birêvebirin, digel malper û medyaya civakî ya saziyê, bi gelek navgînên wekî Görsel Arşiv (Arşîva Dîmenî) û projeya zimanê medyayî yê mafparêz ê Öyle Değil Böyle (Switch It/ Ne Bi vî Awayî Lê Bi Vî Awayî). 

Kesûkarên ku tûşî cureyekî şidetê bûne û kesên din ên xwedî pêdivî dikarin serî li komeleyê bidin û daxwaza rêberî û şêwirmendiya hiqûqî bikin. 

Di mijarên şideta zayendî, îstismara zayendî, şideta flortî, şideta zayendî di medyayê/medyaya civakî de çêdibe daxwaza hevkarî û şêwirmendiyê bê kirin ji bo ku çalakî û atolyeyên haydariyê li ser nûçeyên mafparêz, çêkirina dîmenan û îstismara zayendî ya li hemberî ajalan pêk bên; materyal û çavkanî bên dabînkirin; xebatên parêzer-astengker bêne kirin... Dibe daxwaza şêwirmendî û hevkariyê bê kirin da li ser zayenda civakî, şideta li ser zayenda civakî, tenduristiya zayendî, mafên laşî yên zarokan xebat çêbibin.

Di mijarên li jorê de dibe daxwaza hevkarî û hevpariyê di xebatên parêzvaniya mafparêz, torên neteweyî û/an jî navneteweyî de bê kirin. Şaredarî û saziyên giştî di serî de, bi wan kes û saziyan re ku bo kesên merûzbûyiyê şidetê xizmeta alîkariyê dikin, dibe li bin navê zayenda civakî daxwaza pêwendî û hevkariyê li ser xizmetên alîkariyê û xebatên haydariyê û xebatên parastinî/astengker bê kirin.