Ceza İnfaz Sisteminde Sivil Toplum Derneği

Stenbol


Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Ceza Înfazê de

Komeleya Civaka Sivîl di Sîstema Ceza Înfazê de (CİSST) xebatan bi rê ve dibe ji bo ku şertên girtîgehên li Tirkiyeyê li gor mafên navneteweyî yên mirovan bêne cîbicîkirin; maf û azadiyên girtiyan bêne parastin û ev maf û azadî li gor rûmeta mirovan û nirxên gerdûnî li hev bikin.

Bingeha helwesta CİSSTê ya li ser mafên girtiyan, di serî de Beyannnameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan”, standard, beyanname, peyman û lihevkirinên navneteweyî yên zerûriya wê heyî an neyî pêk tîne, yên wekî “Qaîdeyên Girtîgehê yên Ewropayê”, “Qaîdeyên Standard derbarê Miameleya Girtiyan de” û “Prensîbên Bingehîn derbarê Miameleya Girtiyan de” yên Neteweyên Yekbûyî, “Peymana Neteweyên Yekbûyî Derbarê Astengkirina Îşkenceyê de”.

Girtî û xizmên wan, di her rewşeke mexdûriyet an jî binpêbikirina mafan de dikarin bi rêya name, telefona alîkariyê ya bi hejmara 0-212-252-53-11, e-mail an jî telefonê (û faks 0 212 293 69 82) pêwendiyê bi me re danin.