20/12/2023

Em dê civîna duyem a pirs-bersivan a di temamê pêvajoya serlêdana Piştgiriya Mafan de 13ê hezîranê pêk bînin ku ev serlêdan dê 30ê hezîranê bi dawî bibin. Armanca van civînan ew e ku bersiva pirsên serlêderan bide û bi awayekî rast rêberiya wan saziyan bike ku plan dikin serî lê bidin da ku pêvajoya serlêdanê bi awayekî têkûz û bêkêmasî bi rê ve biçe.

Berî ku hûn tev li civînên pirs-bersivê bibin, pêşniyaza me ew e ku hûn Rêbernameya Serlêdanê ya Piştgiriya Mafan bixwînin, vîdeyên piştgiriyê yên me amadekirî temaşe bikin û beşa Pirsên Pir Tên Pirsîn a malpera me haklaradestek.com kontrol bikin. Ev mekanîzmayên han bi armanca ku alîkariya rêkxistinên serlêder ên Piştgiriya Mafan bike, bi awayekî ku hev temam bikin ji bo we hatin amadekirin. Eger hûn di van kanalan de negihiştibin bersiva pirsên xwe, em we vedixwînin civînên me yên pirs-bersivê ku hûn dikarin li vir rasterast alîkariyê wergirin û pirsên xwe xwe bikin.

Bo beşdariya civîna pirs-bersivê ya 13ê hezîrana 2022yan saet 14:00ê, hûn dikarin formê dagirin. Civîna dawî ya 20ê hezîranê dê dîsa ji malpera me bê ragihandin.