20/12/2023

Dema bidawîhatina Bernameya Piştgiriya Mafan, nûnerên saziyên piştgirî-wergir di navbera 18-20ê çiriya pêşîn a 2021ê de li civîna dawî ya ya li Îzmîrê digel ekîba bernameyê hatin cem hev. Ji ber pandemiya ku di temamê bernameyê de berdewam bûbû, nûnerên 39 saziyan bi awayekî fîzîkî tev li vê civîna ewil û tekane ya rûbirû bûn û nûnerên 9 saziyan jî bi temamî bi awayekî online tev li vê civînê bûn.

Berî ku bernameya civînê dest pê bike, beşdarên ku êvara 17ê çiriya pêşîn li otelê bi cih bûn ji aliyê Meltem Aslana Dîrektora Navenda Hafizeyê û Deniz Türkaliya endama Lijneya Rêveberiyê ve bi gotûbêjeke bi temaya “Duh, Îro û Sibeya Mafên Mirovan” hatin pêşwazîkirin. Piştî axaftinên destpêkê yên sibeha 18ê çiriya pêşîn di danişîna bi navê “Mînakên Îlhambexş ji Saziyên Piştgirî-wergir” de nûnerên Komeleya Parastina Heyberên Kulturî û Siruştî ya Diyarbekirê, Wexfa Koçberan û Alîkariya Mirovî, Komeleya Kırmızı Şemsiyeyê, Komeleya Edaleta li Mekanî û Komeleya Kampanyaya Cilûbergên Paqij behsa çalakiyên xwe yên serdema hîbeyê kirin û fikr û tecrubeyên xwe yên li ser derfetên bihêzbûna sazûmanî ya Piştgiriya Mafan neqil kirin.

.

Dawiya danişîna berî nîvroyê, Murat Çelikkan, Banu Tuna û Burcu Bingöllü bi moderatoriya Kereç Çiftçioğlu hatin cem hev da ku çavdêriyên xwe yên li ser “Bandorên Pandemiyê û Qada Sivîl a Bertengbûyî li ser Civaka Sivîl a Tirkiyeyê û Cîhanê” neqil bikin. Wan mînakên balkêş ên ji Tirkiye û cîhanê parve kirin û rê li ber nîqaşên li forûman ên bo roja paştir xweş kirin. Piştî nîvroyê jî hate nirxandin ka ev salek li gor saziyên sûdgir çawa derbas bû û ji bo nirxandina bandora hîbeyê di danişîna bi navê “Salek di Bernameya Piştgiriya Mafan de” de, nirxandinên Aysel Ergün, Bilge Taş, Evren Ergeç û Hatice Kapusuz ên ji ekîba rêber, ji aliyê rêber û rêveberên projeyê ve bo beşdaran hatin ragihandin. Saetên dawî yên rojê, atolyeya “Bêşidetî û Aktîvîzm” ya bi rêberiya Umut Güven ê ji Kaos GLyê û atolyeya Perkusyona Laşî ya bi rêberiya Gökçe “Çeçe” Gürçay ê ji MANGê, beşdarên eleqedarî van mijaran anîn cem hev. Çalakiya dawî ya rojê jî ew bû ku em fîlmê “Apartmanların Gölgesinde” (Li ber Siya Apartmanan) ya bi çêkeriya Kültürhanêyê digel derhêner Melike Selin Durmaz û Ulaş Bayraktarê çêkerê fîlmî yê ji Kulturhaneyê temaşe bikin û suhbet bikin.

.

Roja duyem a civînan bi forûmên saziyên civaka civîl ên çar qadên cuda yên tematîk dest pê kir ku li ser bandorên qada sivîl a bertengbûyî û pandemiyê nîqaş dikirin. Saziyên di bin sernavên Jin/LGBTI+, Kêmîne/Aştî/Akademî, Koçberî/Mafên Mirovan/Mafên Penaberan û Zarok/Ciwan/Bajar/Ekolojî de hatî cem hev, di sê danişînan de ketin nav danûstandineke zanyarî û tecrubeyî. Çalakiya dawî ya rojê, di danişîna “Tecrubeyên Torî wek Pratîkeke Hevgirtinê” ya bi moderatoriya Özlem Zıngıl û Burcu Bingöllü de, nûnerên torên civaka sivîl ên endam di qadên ciwanî, mafên mirovan, ekolojî û zayenda civakî yên saziyên sûdgir de hatin cem hev û tecrubeyên xwe yên torî neqil kirin. 

.T

Roja dawî civînan bi danişîna “Danûstandinên Tecrubeyî ji Saziyên Piştgir” dest pê kir da ku alternatîfên bo dahatûyê zêdetir bibe. Bi moderatoriya Semahat Sevim a ji Komeleya Heinrich Böll Stiftungê, nûnerên Etkiniz, STGM, Sivil Düşün, Weqfa Hrant Dink, Weqfa Piştgiriyê ya Civaka Sivîl û EED qal kirin ka di kîjan şert û mercan de piştgiriyên çawa didin û pirs bersivandin.

Civîna ku têkilî û peywendiyên nû lê çêbûn, me li wir wêneyekî malbatî girt ku li pişt me slogana civînê hebû: Hewcehiya Me Bi Hev Heye. Di serdemeke weha zehmet de tecrubeyeke muhim bo me hemûyan bû ku em li cem hev bin, hev bigirin û bi hev re bihêz bibin. Amadehiyên serlêdana serdema nû ya Piştgiriya Mafan berdewam dikin, em ji niha ve bi heyecan in ku em dê di bernameya piştgiriya saziyan a dusale ya 2022yan de bi gelek rêkxistinên civaka sivîl re werin cem hev.

 

.