15/04/2024

Gava ku em xatirê xwe ji 2023yan dixwazin, em sala ewil a Bernameya Piştgiriya Mafan jî li dû xwe dihêlin. Di nav saleke borî de, li gel piştgiriya yekser a pisporan, perwerdehî û atolyeyên ku me pêkve li gor pêdiviyên heyî amade kirin û me hevdîtinên parvekirina tecribeyan, webinar û civînên peywendîdanê pêk anîn. Sala pêş jî em dê bi heman awayî xebatên xwe bi hev re berdewam bikin.

Wekî ekîba Piştgiriya Mafan em sala we ya nû pîroz dikin û hêvî dikin ku em dê hevgirtina qada sivîl û têkoşîna mafparêziyê pêkve mezintir bikin. Digel hêvî û hevgirtinê...

Hûn dikarin ji vir bigihîjin bultenê.

Berg: Fight With Love And Hope (Têkoşîna bi Evîn û Hêviyê) 

Îlustrator: Asis Percales