1. QPDŞ çi ye?


Qanûna Parastina Daneyên Şexsî (QPDŞ) qanûneka bi jimara 6698ê ye ku dema daneyên şexsî tê bikaranîn bi armaca parastina azadî û mafên bingehîn, ji beriya her tiştî parastina nepenîtîya/veşartîbûna jiyana şexsî û diyarkirina berpirsiyarîyên kes û desgehan hatiye derêxistin. 

Qanûn daneyên şexsî wek “hemî agahîyên li ser kesên nasnameya wan dîyar an jî ew kesên nasnameya wan dikare bê dîyarkirin” pênase dike. Heger dezgeh be qanûn wek “bi rêyên otomatîk an jî wek parçeyeka sîstemên qeytkirina daneyan, bidestxistina qismek an jî temama daneyên şexsî, qeydkirina wan, depokirina wan, li nik xwe hiştina wan, guhertina wan, ji û ve eyarkirina wan, pênasekirina wan, veguhestina wan, dewirkirina wan, hazirkirina ji bo bidestxistina wan, dabeşkirina wan an jî astengkirina daneya” pênase dike

2. Armanca Nivîsa Agehdarkirinê ya Bernameya Piştgirîya Mafan û Sekna wê ya li ser Parastina Daneyan


Sîstema Birêvebirina Hîbeyan a BELLEKê (HYS) ji bo berpirsiyarîya xwe ya agahdarkirinê li gor Xala 10. a Qanûna Parastina Daneyên Şexsî (QPDŞ) pêk bîne vê agahînameya li jêr ji bo bikarhênerên Sîstema Birêvebirina Hîbeyan a BELLEKê (HYS) û aliyê sêyem ê malpera  (www.haklaradestek.org) pêşkêş dike. Mafê Bernameya Piştgirîya Mafan nivîsa Li Ser Parastina Daneyên Şexsî dikare di çerçoveya guherîna rêziknameyê de biguhere, mafê wê yê nûkirinê parastî ye.

3. Armanca Bikaranîna Qeydên Daneyên Şexsî û Veguhestina Wan


Daneyên we bi van armancan têne bikaranîn: 

 

  • Ji bo teyîdkirina agahîyên nasnameya wan kesên ku li ser malperê an jî sepana telefonên destan bûne endam
  • Ji bo peywendîyê qeydkirina adresê û agahîyên dî yên pêwîst
  • Ji bo bi bikarhênerên BELLEK HYSyê re peywendî bê danîn û ji bo dayina agahîyên pêwîst
  • Ji bo serastkirina hemî belge û qeydên li cihên elektronîk (internet, mobil hwd)  têne bikaranîn 
  • Di meseleyên karastina civatê de di şertên bê xwestin de li gor rêziknameyê teslîmkirina xebatkarên civakê
  • Ji bo bikarhênerên BELLEK HYSyê ji xizmetan razîtir bin, li cihên elektronîk û/an bi awayekê fizîkî pêkanîna perwerdeyan
  • Ji bo saziyên hevpeymanên me, şirîkên me yên karên bi hev re, malper û platformên di kategorîya cih û kesên sêyem de, ji bo agehdarkirina endamên BELLEK HYSyê,
  • Ji bo nirxandin û helsengandina gilîyên bikarhênerên BELLEK HYSyê
  • Ji bo pêkanîna berpirsîyarîyên me yên qanûnî û ji bo bikaranîna mafên me yên ku mafê me heye em li gor rêziknameyê bi kar bînin.
  • Ji bo rêlibergirtina kiriyarên wek bi hîleyan xapandinê û kiriyarên dî yên neqanûnî

Bêyî destûra bikarhênerên BELLEK HYSyê agahîyên wan ên şexsî bi kes û cihên sêyem re nayên parvekirin, parvekirina van agahîyan di çarçoveya destûra bikarhêneran de tê kirin. Digel vê yekê ji ber berpirsiyarîyên qanûnî, heger lazim bibe dema dadgeh an saziyên dî yên dewletê bixwazin dê bi wan re bê parvekirin. 

Dema dane ji bo kes û cihên sêyem tê parvekirin da maf neyên binpêkirin tedbîrên hiqûqî hatine standin

4. Şêweyê Komkirina Daneyên Şexsî û Sedemên wê yên Hiqûqî


Bernameya Piştgirîya Mafan, daneyên şexsî yên bikarhênerên BELLEK HYSyê, bi razîbûna bikarhêneran û li gor xalên rêziknameyê qeyd dike. Daneyên şexsî yên ku ji ber xalên 5. û 6. yên qanûnî û li gor armancên di vê Nivîsa Agehdarkirinê û Razîbûnê de hatîn diyarkirin têne bikaranîn û veguhestin.

5. Wek Xwediyên Daneyên Şexsî Mafê Bikarhênerên


Li gor Xala 11. a qanûnê mafê xwediyên daneyan heye ku;

  1. Bizanin ka daneyên wan ên şexsî hatine bikaranîn an na.
  2. Heger daneyên wan ên şexsî hatibin bikaranîn dikarin daxwaza agahîyên li ser vê yekê bikin,
  3. Hîn bibe ka armanca ji bikaranîna daneyên şexsî çi ye û gelo li gor armancê hatiye bikaranîn an na,
  4. Hîn bibe ka li welatî an jî li derveyî welatî kê daneyên wan ên şexsî bi kar anîne, 
  5. Heger daneyên şexsî kêm an jî xelet hatibin bikaranîn daxwaza serastkirina wan bike û bi vê yekê bixwaze ev guhertin ji aliyê kes û cihên sêyem ve jî bê kirin, 
  6. Dema, dane digel ku li gor rêzikname û qanûnan hatibin bikaranîn jî sebebên bikarnanîna wan daneyan nemabin, dikarin daxwaza jêbirin û tinekirina daneyan bikin. Dikarin bixwazin ku aliyê sêyem jî wê kiriyarê bike,
  7. Dema sîstemên otomatîk analîzan dikin ji xeletî ve tiştên li dijî kesan derbêxe, ew kes dikarin daxwaz bike ku li gor qanûnan bê serastkirin. Heger bi vê yekê zererek li wan bûbe dikarin daxwaza telafîkirinê bikin,  

Xwediyên daneyan, ji bo bikaranîna van mafên behsê hatî kirin, dikarin bi rêya emaila bilgi@haklaradestek.org daxwaz bikin ku li gor  çarçoveya Qanûna li ser Bikaranîn û Parastina Daneyên Şexsî ya 6698ê ya ku Bernameya Parastina Mafan ew qanûna berfirek kiriye bê nirvandin. Bernameya Parastina Mafan dê daxwazê di 30 rojan de binirxîne û bigihîne encamê. Bernameya Parastina Mafan li ser daxwazên hatîn kirin xwediya wî mafî ye ku dikare (heger hebe) daxwaz bike pereyê ku Lijneya Parastina Daneyên Şexsî diyar kiriye bistîne.